TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Li dijî Saziya Istixbaratê êrîseke xwekujiyê pêk hat

📅 28 nîsan 2020 16:02

PeyamaKurd - Li Kerkûkê îro li dijî Saziya Istixbaratê ya wê parêzgehê êrîşeke xwekujiyê pêk hat.

Li gorî nûçeya Rûdawê, 3 kesên xwekuj îro êrîşî Saziya Istixbaratê li Kerkûkê kirine ku hêj derbarê kuştî û birîndaran de tu zanyariyên zelal nehatine bidestxistin.

Hejmareke mezin a hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ber baregeha Saziya Îstixbaratê amade bûne û derdora avahiyê û cihên nêzîk bi temamî dorpêç kirine.

Hat diyarkirin 2 kesên xwekuj xwe li nav avahiya Saziya istixbarata Kerkûkê teqandine, lê kesê sêyem hêj maye û hêzên ewlehiyê hewl didin, wî bigirin.

Parve bike: