TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Polîsan dest danîn ser du tankerên bi qaçaxî petrol vediguhestin

Admin L
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2021 18:00

PeyamaKurd – Polîsê petrolê, li rawestgeha Kerkûk – Silêmaniyê dest danîn ser du tankerên bi awayekî neyasayî û bi qaçaxî petrol vediguhestin.

Li gor berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî îro diyar kiriye: ‘‘Şeva borî ji aliyê rêveberiya polîsê nefta bakur ve li rawestgeha Kerkûk – Silêmaniyê dest li ser du tankerên barhelgir de hat danîn ku bi awayekî neyasayî û qaçax neft vediguhestin.’’

Amir Nûrî herwiha da zanîn: ‘‘Di her du barhelgiran de 130 bermîlên 230 lître neftî hebûn û bi awayekî neyasayî hewl dihate dayîn ku veguhêzin.’’

Parve bike: