TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kesê sêyemîn ê ku gule berdabû polîs hat girtin

Admin H
Nivîskar
📅 31 gulan 2020 16:34

PeyamaKurd -  Doh şemiyê li dor demjimêr 15:00 li navçeya Rezan a Diyarbekirê polîsek ji aliyê kesên ku ji polîsan reviyabûn û nesekinîbûn hatibû kuştin.

Polîsê bi navê Atakan Arslan li taxa 5 Nîsan a navçeya Rezan bi guleya kesekî ji wan kesên ji ber polîsan reviyan hatibû kuştin.

Piştî operasoyanên berdewam 2 kes hatibûn desteserkirin. Hat ragihandin ku îro ew kesê sêyemîn (M.E.C. 25 salî)  ku gule berdaye polîs û bûye sedema kuştina wî jî hatiye desteserkirin.

Asayîşa Diyarbekirê lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

Parve bike: