Kesên gule bi ser baregeha PDKê de resandibûn hatin girtin
PeyamaKurd – Wezaretê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed doh li ser teqekirina navenda PDKê ya Silêmaniyê ragihandibû ku çi alî û kesên li pişt teqekirina li baregehên partiyan bin, dê bêne girtin û cezakirin.
Piştî daxuyaniyên Rêber Ehmed îro Asayişa Silêmaniyê ragihand ku hêzêan têkildarî bûyera teqekirina li Liqa 4 a PDKê, 2 kes desteser kirine ku ew kes bi tawana xwe mikur hatine.
Asayişa Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de got: “Piştî derbasbûna 48 demjimêran bi ser bûyerê re, me karî kesê teqeker ligel hevkarê wî desteser bikin û ew bi tawanên xwe mikur hatin.”
Herwiha hat ragihandin ku hêzên Asayişa Silêmaniyê dest danîne ser otomobîlekê û çek tê de girtine, ku di bûyera teqekirinê de hatiye bikaranîn.
Asayişa Silêmaniyê diyar kir, di lêkolînên destpêkê de derketiye ku “wan kesan bi awayekî serbixwe ew kar kirine û lêkolîn berdewam li ser bûyerê berdewam dike.
Asayîşê da zanîn ku dê li gor yasayê serederî ligel kesên desteserkirî bê kirin.