Kurdistan
Kolberek hat kustin, 2 kolber jî birîndar bûn
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê dîsa êrîş birin ser kolberên Kurd û di encama wê êrîşê de kolberek hat kuştin, du kolber jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê derengiya şeva borî li derdora gundê Sigrîk ê ser bi navçeya Çaldiran a parêzgeha Azerbaycanê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îranê êrîş birîn ser komek kolber.
Hat diyarkirin ku di êrîşê de kolberê bi navê Qasim Serbazî ku bavê 2 zarokan bû jiyana xwe ji dest daye û 2 kolber jî bi giranî birîndar bûne ku birîndar rakirine nexweşaneya Çaldiranê.