Kurdistan
Komên çekdar ji ber nedana mûçeyan pev çûn: Kustî û birîndar hene…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundê Dûdiyan yê Efrînê, di navbera çekdarên koma Sultan Murad û Polîsên Leşkerî yên girêdayî Tirkiyê de, şer û pevçûn derket.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku li gundê Dûdiyan ser bi Efrînê, dema polîsên leşkerî xwestin dewriyeke çekdarên koma Sultan Murad li ser xala kontrolê pişkinîn bikin, wan çekdaran red kiriye piştre şer û pevçûn di navbera wan de derketiye.
SOHRê diyar kir ku şer ji ber nedana mûçeyan rû daye û di encamê de 3 çekdarên Sultan Murad hatine kuştin û 4 çekdarên din birîndar bûne.
Hat ragihandin ku birîndar bo Tirkiye hatine veguhestin û çekdarên kuştî jî bo bajarê Babê yê rojhilatê Helebê hatine şandin.