Kurdistan
Kurdistan | Serok Barzanî bi sanda Huda-Parê re civiya
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê li nivîsgeha xwe ya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li şandeke Partiya Doza Azad (Huda – Par) ya Bakûrê Kurdistanê kir.
Malpera fermî ya Barzanî ragihand, Serok Barzanî, îro bi şandeke Huda-Parê ya bi serokatiya serokê giştî yê wê partiyê Îshak Saglam re civiya.
Hat zanîn di civînê de behsa rewşa siyasî ya Tirkiyê û rewşa gelê kurd li Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.
Di hevdîtinê de her wiha tekezî li ser xebata aştiyane ya gelê kurd bo standina mafên xwe yên rewa hat kirin.