Kurdistan
Kurê Hozan Brader Erdal li Mûsik a Mêrdînê hat oxirkirin
PeyamaKurd - Cenazeyê Erdalê kurê Hozan Brader ku di temenê 42 saliyê de li Holendayê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kiribû, li ser wesiyeta wî li gundê Mûsikê yê Mêrdînê hate binaxkirin.
Di merasîma oxirkirinê de ku malbat, xelkê herêmê û nûnerên siyasî amade bûn de, cenazeyê Erdal bi xakê hat spartin.
Hunermend Hozan Brader dema rakirina cenaze got ku kurê wî bi axa welat re girêdayî bû û wiha pê de çû: "Wî ji min re got 'Bavo, hûn dê min bibin welat, bibin gund.' Îro ew bû cîranê kalikê xwe."
Dayika Erdal Nejla jî diyar kir ku wan kurê xwe li gorî wesiyeta wî vegerandiye axa wî ya bav û kalan.