Kurdistan
Kusret Resûl: Em ji rêkêftinê hêvîdar in
PeyamaKurd - Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl ragihand, rêkeftina di navbera Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê de ji bo berjewendiya xelkê ye û hêvîya me bi wê rêkeftinê heye.
Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl li Silêmaniyê ji rojnamevanan re axivî û da zanîn ku YNK pabendî tevahiya xalên rêkeftinê dibe. Resûl werweha amade kir ku, piştî pêkanîna komîteyan, dest bi cibicîkirina xalên rêkeftinê dikin.
Hêjayî gotinê ye ku roja duşemê (04.03.2019) PDK û YNKê li Hewlêrê rêkeftineke sîyasî di navbera xwe de îmze kirin. Li gor rêkeftinê jî, pirsên di navbera wan de tên çareserkirin.