TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerên Amerîkî bi armayên YPJê ji Kobanî vekisiyan

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2019 19:22

PeyamaKurd – Leşkerên Amerîkî yên li Kobaniyê mabûn, îro bi temamî ji bajarê Kobaniyê vekişiyan û kontrola bajar ji Rûsya û rejîma Sûriyê re hiştin.

Leşkerên dawî yên ku bi wesayîtên xwe yên leşkerî vekişiyan, armayên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser milê wan bû bal kişand. Xelkê Kobaniyê jî vekişîn protesto kir û li gorî çavkaniyên herêmê, bertek û nerazîbûna xwe ji Amerîkayê re nîşan didin.

Hêjayî gotinê ye, leşkerên Amerîkî û raya giştî ya Amerîkayê biryara Trump a vekişînê wekî xiyaneteke li hevpeymanên Kurd hatiye kirin dinirxînin û ji ber dostanî û dilsoziya Kurdan bo wan j vê biryarê nerazî ne.

Beriya niha jî piştî ku HSD û rejîma Sûriyê li ser parastina sînoran li hev kiribû, hêzên Amerîkî Minbic hêlabûn û derketibûn.

Niha li Minbicê leşkerên Rûsî digel yên Sûriyê dewriyeyê digerînin. Tê çaverêkirin li Kobanî jî heman tişt pêk were.

Tirkiye hîn jî dixwaze kontrola Minbic û Kobaniyê bistîne ku Amerîkayê ew dever ji Rûsyayê re hiştine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû hêmû hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne û piştre jî êrîşên Tirkiyê dest pê kiribûn ku niha 120 saetan mohlet bo hêzên Kurd hatiye dayîn sînoran vala bikin.

Parve bike: