TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 2 navçeyên Kurdistanê navber dan perwerdê

Admin M
Nivîskar
📅 12 sibat 2020 04:09

PeyamaKurd- Li 2 navçeyên Kurdistanê li Adilcewaz û Xelat a ser bajarê Bedlîsê, bi sedema ku berf zêde hatiye û zahmete ku zarok herin dibistanê, qeymeqamiyên her dû bajaran biryara tatîlkirina dibistanan dan. Xwendevan wê sibê neçin dibistanan.

Di beyana qeymeqamiya Adilcewazê de, wê tenê xwendevanên ku bi rêya dewletê wan dibin dibistanan dewam nekin. Xwendevanên ku dibistanên wan nêzî malên wan in wê herin dewama xwe.

Qeymeqamiya navçeya Xelatê bi sedema serma û berfê temamê dibistanan tatîl kir û bi wan re dibistanên taybet û rehabîlîtasyonê û hem navenda xelkê ya perwerdê tatîl hat kirin.

Seqet û jinên bi hemle yên ku di daîreyên dewletê de dixebitin wê îzna îdarê bidin wan.

Parve bike: