TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 3 navçeyên Rihayê 30 kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2019 21:09

PeyamaKurd – Li navçeyên Siwêreg, Xelfetî û Birecik ên bajarê Rihayê bi hinceta propagandaya terorê 30 kes hatin binçavkirin.

Li gor ragihandina medya tirk, tîmên têkoşîna dije terorê yên girêdayî asayîşa bajarê Rihayê, hevdem operasyon li ser navnîşanên li Siwêreg, Birecik û Xelfetiyê pêk anîn.

Di encama operasyonan de li Birecik û Xelfetiyê 22 kes, li Siwêregê jî 8 kes bi tohmeta propagandaya terorê hatin binçavkirin ku hîn jî lêpirsîn û îfadeyên wan dewam dikin.

Parve bike: