Kurdistan
Li Amedê qeza çêbû: 3 birîndar
PeyamaKurd- Li Amedê li ser rêya nav bajêr ya ku diçe Rihayê nêzî Parka Rihanê erebeyekî qeza kir û erebe bû xurde. 3 kes ji nav erêbê hatin derxistin û bo dermankirina wan bi ambûlansan şandin nexweşxaneyan. Qeza bi sedema sureta zêde çêbû û ereba ku dilezand li erebeya pêşiya xwe xist. Her dû erebe ji aliyê vîncan de ji nava rê hatin hilanîn.
Polîs li ser qezayê lêpirsînê da destpêkirin.