TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Entabê qeza çêbû: 3 mirî û 12 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 08 tebax 2019 00:59

PeyamaKurd- Li ser rêya Entab (Dîlok) û Rihayê bi 15 km nêzî Entabê, mînîbusekî û otomobîlekî li hev ketin û di encama qezayê de 3 kes mirin û 12 kes birîndar bûn. 12 kesên ku birîndar bûn, ji aliyê tîmên acilê yên 112an de hatin birin bo nexweşxaneyên bajêr.

Hêzên asayîşê bo li ciyê bûyerê qezayeka dinê çênebe, tedbîran sitendin lê ji birîndarên qezayê birînên hinek kesan xeddar in.

Parve bike: