Li bakurê Helebê serê YPGê û ASAyê berdewam e
PeyamaKurd - Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama şerê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike (Artêşa Sûriya Azad) de, li bakurê Helebê 5 çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.
SOHRê da xuyakirin ku sê roj in şer di navbera grûpên çekdar û YPGê de li bakurê Helebê li eniya Hezwan – Ebla berdewam e û di encamê de 5 çekdarên opozîsyonê hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne. SHORê diyar kir ku kuştî û birîndar di nava rêzên YPGê de jî hene, lê hejmara wan nayê zanîn.
Li gorî daxuyaniya SOHRê şer di navbera her du aliyan li navçeya Şêx Îsa ya bakurê Helebê jî derketiye, lê ziyanên wî şerî nayin zanîn.
Beriya niha jî çend caran li gundewarê bakurê Helebê û herêma Şehbayê şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û şervanên YPGê de derketiye ku topên hawinê jî tên avêtin û gelek caran jî xelkê sivîl dibin qurbanî.