Kurdistan
Li Bedlîsê 2 apartman û 6 daîre xistin karantînayê
PeyamaKurd- Li navenda bajarê Bedlîsê û li navçeya Hîzanê 2 apartman û 6 daîreyan bi sedema tedbîrên Kovid-19ê xistin karantînayê. Li gor ragihandina parêzgehê li navenda Bedlîsê li taxa 5 Minare û Xusrewpaşayê 2 apartman bo demekî xistine karantînayê. Çûn û derketina her dû apartmanan hatiye qedexekirin.
Qeymeqamiya Hîzanê jî ragihand ku wan 6 daîreyan xistine karantînayê. Çûn û hatina wan daîreyên li gundê Dayilarê hatiye qedexekirin. Tenê eger li wan daîreyan wezîfedarên tenduristiyê an asayîşê hebin, ew ne tabiê qedexeyê ne.