Kurdistan
Li Cerablûsê teqîn çêbû: 14 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Cerablûs ê di bin destê dewleta Tirkiyê de, teqînek çêbû û di encamê de zarokek jî di nav de, 14 kes birîndar bûn.
Li gor Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, do li Cerablûsê, mayinek bi erebeya çeteyekî dewleta Tirk ve teqiya.
Herwiha hat destnîşankirin, di encama teqînê de, zarokek jî di nav de, 14 kes birîndar bûn û ziyanên madî jî çêbûn.
Heman çavkaniyê eşkere kir, di heman demê de û li heman bajarî, motosîklêtekî bombebarkirî di bargeheke leşkerî ya çeteteyan de jî teqiya.