TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Cerablûsê teqîn çêbû: Hejmarek sîvîl û çekdar birîndar bûn

Admin L
Nivîskar
📅 01 berfanbar 2020 15:32

PeyamaKurd – Di êrîşa bombeyî ya ku li Cerablûsa Sûrîyê hat lidarxistin de, hejmarek sivîl û çekdar birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, li nava Cerablûsê motorsîkletek bombekirî teqiya. Di encamê de jinek û hejmarek ji çekdarên girêdayî Tirkiyê birîndar bûn.

Bajarokê Cerablûsê yê di destê çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye, ji aliyê ewlehiyê ve di rewşeke gelekî xerap de ye.

 

Parve bike: