TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Cizîrê 2 malbat pevçûn: 1 kustî û 2 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 01 hezîran 2021 03:42

PeyamaKurd – Li bajarê Cizîrê li gundê Taşhotukê bi sedema arazî di navbera 2 malbatan de pevçûn derket. Her 2 malbat bi sîlihan lihev xistin û di encamê de kesekî hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Di pevçûnê de  Rıdvan K. (39) yiyana xwe ji dest da, S.N. û A.N. birîndar bûn. Cenazê Rıdvan K. birin morga nexweşxanê bo otopsiyê.

Birîndar li nexweşxane ya deweletê ya Cizîrî tên dermankirin û tîmên cendirmeyan li gund tedbîrên tund sitendin. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Parve bike: