Kurdistan
Li Cizîrê 2 malbat pevçûn: 2 kustî,11 birîndar
PeyamaKurd- Li navçeya Cizîrê di navbera du malbatan de bi sedemeka ku nayê zanîn şer û pevçûn derket û di encamê de 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn. Li ser bûyerê hêzên asayîşê diçin ciyê bûyerê lê kesên bi navên Haci Gezme û Nurettin Gezme jiyana xwe ji dest didin. 11 kes jî birîndar dibin ku di navbera wan de 3 zarok hene.
Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxane ya dewletê. Polîs di destê malbatekî de 4 tivingên pompeyî û di malabata din de 2 tivingan girtiye. Niha 22 kes di bin çav de ne. Lêpirsîna wan dewam dike.
Li gor ragihandina parêzgehê şer û pevçûn ewilî di nav zarokên malbatan de destpêdike û paşî mezin jî dikevin nava şer û pevçûnê.