Kurdistan
Li Cizîrê 2 tankêr li hev ketin: 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê du tenkêrên ku petrol di wan de bûn li hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Di qezayê de kesên bi navên M.S.G., E.G, B.G, H.G. û D.G. yên di tankêrê de bûn birîndar bûn. Kesekî di rêya xwe de diçû yê bi navê M.Y. jî birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Cizîrê.