Kurdistan
Li Diyarbekir ‘Dibistana Marksîst’ tê vekirin
PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, bi navê ‘Dibistana Marksîst Li Amedê’ dibistanek tê vekirin û damezirandina wê dibistanê bi civîneke rojnamevanî hat eşkere kirin.
Di civîna rojnamevanî de Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek got ku ev demek dirêj bû fikra wan a damezirandina dibistana marksîst hebû û ew pê kêfxweş in ku niha vê projeyê bicih tînin.
Daxuyaniya ragihandina damezirandina “Dibistana Marksîst Li Amedê” ji aliyê nivîskar Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew li benda hemû kesên dixwazin di vî warî de beşdariyê bikin in.