Kurdistan
Li Diyarbekirê di mudaxela polîs de polîsekî birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê li ser bûlwara Firatê di sîteyekî 4 blok de, di navbera rûniştvanên sîtê de pevçûn derket. Polîs mudaxeleyê pevçûnê kir û kesekî bi kêrê milê polîsekî birîndar kir.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û polîsê birîndar birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Gazi Yaşargil.
Rewşa polîs başe û di bûyerê de polîs 4 kesan xist bin çav.