Kurdistan
Li Diyarbekirê qeza çêbû: 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li ser rêya Diyarbekir-Rihayê nêzî otogara Diyarbekirê qeza çêbû û di encamê de 2 kes birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan birîndaran xerabe.
Di qezayê de ajotvanê otomobîlê desthilata direksiyona xwe wenda kir, li refûje xist û ji ser rê derket. 2 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûn û tîmên tenduristiyê wan bi ambûlansan birin nexweşxanê.
Navên her dû birîndaran nehat zanîn.