TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê di teqînekê da 3 kes birîndar bûn

📅 06 adar 2019 16:04

PeyamaKurd - Li navenda bajarê Efrînê bombeyek teqiya û di encamê de, 3 kes birîndar bûn û gelek zirar û ziyanên madî çêbûn.

Li gor zanyariyên berdest, şeva borî bombeyek li kolana Siyasiyê li navenda Efrînê teqiya û 3 kesên sîvîl birîndar bûn.Wê çavknaiyê amaje bi wê yekê kir, ji ber bihêzbûna teqeyê, gelek zirar û ziyan gihîşt dikan û malên li wê kolanê.

Ji dema operasyona li dijî Efrînê ya ji aliyê artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê ve li Efrînê û gundên wê gelek teqînan rû dane. Çalakvanên Efrînê jî ev tişt gotin, armanc ji wan teqînan ew e, rewşeke xirab a ewlehiyê çêbibe û xelk ji Efrînê koçber bibin.

Parve bike: