Kurdistan
Li Helebceyê di teqîna guleyeke topê de du kesan can dan
PeyamaKurd - Berdevkê Polîsê Helebceyê Akam Qutbedîn ragihand, îro li Helebceyê du kesan di malekê de dest li guleyeke topê dane û bi wan de teqiyaye.
Li gorî gotina berdevkê polîsê Helebceyê, di encama teqînê de her du welatiyan canê xwe ji dest daye.
Akam Qutbedîn herwiha da zanîn, hêzên ewlehiyê yên Helebceyê çûne cihê bûyerê, lêkolînên derbarê bûyerê de dest pê kirine û agahiyên zêdetir dê bên belavkirin.