TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê perwerdehiya li dibistanan hat rawestandin

Admin H
Nivîskar
📅 01 mijdar 2020 20:14

PeyamaKurd - Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê îro li ser metirsî û zêdebûna tûşbûnên vîrusa koronayê civiya û çennd biryar hatin standin.

Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, biryar da ku heta 1/12/2020 xwendin li hemû polan bê rawestandin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Dr. Aso Hewêzî  ji K24ê re daye xuyakirin: "Ji bo parastina jiyana xwendekar û mamosteyan, proseya perwerdeyê dê heya 1/12/2020 were rawestandin.”

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku rawestandina proseya perwerdehiyê hemû dibistan hikûmet û yên taybet li xwe digire û got: "Piştî vê mehê, dê careke din Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ji bo vê mebestê bicive û rewşê binirxîne. Eger ev rewş guncaw be dê deriyên navendên perwerdeyê bên vekirin, eger na jî, dê girtî bimînin."

Proseya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê, qonaxên 1 û 2 yên sereteyî û ligel 12 yê amadehiyê li nava polan bû. Polên din jî ji polas 3 seretayî û heta 11ya amadehî bi awayekî online û elektronîkî dest pê kiribû. Niha ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê, ji bo mehekê proseya perwerdeyê bi temamî hat rawestandin.

Parve bike: