Kurdistan
Li Herzexê tistê dîtin di destê wan de teqiya: 2 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Herzexê (Îdîlê) 2 şivanên bira li gundê Maxara li erdê tiştekî dîtin û di destê wan de teqiya. Di encamê de her dû bira birîndar bûn. Birayên bi navên Sercan (13) û Murat E. (19) piştî ew tişt di destê wan de teqiya gundî bi dengê teqînê re çûn hawara wan.
Cendirme û tîmên tenduristiyê agahdar kirin û her dû birayan bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Herzexê. Dermankirina her dû birayan dewam dike lê ew cisme ku di destê wan te teqiya, li serê lêkolîn têkirin.