TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Heskîfê devikên bendavê tên girtin, rêjeya avê bilind dibe

📅 27 tîrmeh 2019 13:16

PeyamaKurd - Li gorî zanyariyên herî dawî li Heskîfê devikên bendavê hatine girtin û av li herêmê kom dibe.

Ji 23yê Tîrmeha 2019an û vir ve li ser medyaya civakî hin wêne tên weşandin lê hîna ji Midûriyeta Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ti daxuyanî nehatiye dayîn.

— Soyhan Bumin UYSAL (@SoyhanUysal) February 20, 2018

Aktivîstên Koordînasyona Heskîfê wê di rojên pêşê de dest bi nobedê bikin ku demeke berê hatiye avakirin. Endamê koordînasyonê û yê Bizava Heskîfê Ercan Aybogayî behsa rewşê kir: “Li gorî zanyariyên ku me ji çavkaniyên herêmî bi dest xistiye, ji bo ceribandinê av li bendavê tê girtin. Av car caran tê zêdekirin, car caran tê kêmkirin. Em jî nizanin bê bi çi armancê vî tiştî dikin.

“Koordînasyona Heskîfê wê ji bo vê mijarê dê li herêmê dest bi nobetê bike, dema hûrgilî diyar bûn em ê bi we re par ve bikin. Lê niha him li herêmê him jî li bajarên din divê ji bo hewldana bilindbûna avê bertek bên nîşandan.”

Ayboga diyar kiriye ku niha av biqasî 10-15 metreyan bilind bûye û gundên li vir, li cihên bilind in. Lê dema av bi ser 20 metreyan bikeve wê bandorê li gundên nehatine derxistin jî bike.”

Parve bike: