TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê, li dijî ISÎDê operasyon hat kirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 24 cotmeh 2022 03:30

PeyamaKurd- Hêzên Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê, bi awayekî hevpar li dijî rêxistina terorî ya IŞÎDê, operasyoneke dorfireh kir. Hat ragihandin ku di encama van operasyonan de hejmarek terorên IŞÎDê hatine girtin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, operasyon li Hewlêr, Silêmaniye û Kerkûkê hatiye kirin û di van operasyonên hevpar de xalên rêxistina terorî yên IŞÎDê hatine hedefgirtin.

Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê jî ragihand ku di van operasyonên hatine kirin de 7 terorîst hatine girtin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin ku di operasyona hevpar a bi hêzên Pêşmerge re hat kirin de 3 jê li Hewlêrê, 1 jê li Silêmaniyê, 4 terorîstên IŞÎDê hatine girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên yekîneyê li Kerkûkê jî qaşo rêberê IŞÎDê yê bi bernavkê Ebu Hemza û terorên din jî girtine.

Parve bike: