Li Hewlêrê êrîsa restoranê | Reuters: Herî kêm 3 dîplomatên tirk hatin kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro danê nîvro li restoraneke paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê, di navbera çend kesan de şer û pevçûn çêbûye û çek hatine bikaranîn. Ajansa Reutersê jî ragihand ku di encama êrîşa çekdarî ya bi ser restoraneke Hewlêrê de, herî kêm 3 dîplomatên tirk jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî zanyariyan xebatkar û rayedarên konsûlxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê jî li cihê bûyerê bûn û hat îdiakirin ku kesek ji karmendê konsûlxaneyê jiyana xwe ji dest daye.
Hinek çavkanî radigihînin ku di encama êrîşeke bi ser restoranê de, kuştî û birîndar hene, lê hîn hurgiliyên bûyerê nayên zanîn.
Hejmareke zêde ji hêzên asayîşê yên Kurdistanê bo cihê bûyerê hatine veguhestin.
- Li gorî nûçeya SkyNewsê cîgirê konsûlê Tirkiyê û du karmendên din ê ligel wî hatine kuştin.
- Ajansa Reutersê jî kuştina 3 karmendên konsûlxaneya Tirkiyê ya Hewlêrê piştrast kir.
- Çavkaniyên cihê bûyerê dibêjin, êrîşkar bi cilûbergên sivîl bûn.
Derbarê nasnameya êrîşkaran de hîn ti agahî nehatine belavkirin.
Agahî tên...