Li Iraqê 5 kes bi gumana Covid-19ê xistin karantînayê
PeyamaKurd - Li parêzgeha Zîqar ya Iraqê 5 kes bi gumana ku bi nexweşiya Koronayê (Covid-19) ketin, xistin karantînayê.
Rayedarê fermangeha Tenduristiya Parêzgeha Zîqar ya Iraqê, Ebdulhusên Cabirî ragihand, îro danê sibê 5 kes li Zîqarê bi gumana ku bi Covdi-19ê ketine, xistin karantînayê.
Ebdulhusên Cabirî her wiha da zanîn, 4 kes ji wan kesan ji Îranê vegeriyane û yek jî xelkê Necefê ye ku çûye Zîqarê.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand, rewşa wan kesên ku virusa koronayê ketiye canê wan, baş e.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha li Iraqê 17 kes û li Herêma Kurdistanê jî 5 kes bi Covid-19ê ketine.
Saziya Tendirûstiya Cîhanî (WHO) derbarê Covid-19ê de îro daxuyaniyek da û got, heya niha rewşeke wiha nehatiye dîtin. Divê bi awayekî karîger li dijî wê nexweşiyê têkoşîn bê kirin.