TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Japonyayê bi fermî perwerda Kurdî destpêkir

Admin M
Nivîskar
📅 12 nîsan 2019 01:50

PeyamaKurd- Li welatê Japonyayê, li Tokyoyê li Zankoya Lekolînên Biyanî, dersên Kurdî bi awayeka fermî destpêkirin. Zanko ragihand ku berê planên xwendina zaravayê Kurmancî bo bidin xwendinê bidestxistibûn û dest bi xwendina Kurdî kirin. Bo destpêkê, bi 40 xwendevanî dest bi xwendinê kirin û ev di dîroka Japonyayê de yekem gav e.

Dersdarê Zankoyê Vakkas Çolak e û balê kişand ser zêdebûna daxawaza xwendina zimanê Kurdî. Vakkas bo Rûdawê weha ragihandiye:

“Me bi ferhenga Japonî-Kurdî û bi rêzmana Japonî-Kurdî dersa ewilî da. Li aliyê dinê di wêjeya Japonan de babetên ku naveroka wan Kurd in, em ê wergerînin Kurdî û xebata xwe dewam bikin.”

Yekemîn ferhenga Japonî-Kurdî di bin sîwana Rêxistina Dostaniyê ya navbera Japonya û Kurdistanê de derketibû, ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê de hatibû çapkirin.

Parve bike: