Kurdistan
Li Kurdistanê di Cejna Qûrbanê de 5 roj bêhnvedana fermî ye
PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi helkefta Cejna Qurbanê 5 roj li Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê ragihand, roja 31ê vê mehê Cejna Qurbanê ye û heta 4ê Tebaxê, 5 roj bêhnvedana fermî ye.
Cotyar Adil got, rojên bêhnvedanê ji roja 31ê Tîrmehê dest pê dike û roja 4 Tebaxê xilas dibe û roja 5 Tebaxê jî dewama kar dest pê dike.
Berdevkê hikûmetê herwiha bang li welatiyan kir di rojên cejnê de şîretên tenduristiyê bicih bînin.