TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrdînê 4 hezar donum zad sewitî

Admin M
Nivîskar
📅 16 hezîran 2019 01:55

PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Stewrê (Savur) 4 hezar donum zad şewitî ku 30 malbat pê debara xwe dikir. Sedema şewata zad hêj nediyare.

Yek ji gundiyan ku bi traktora xwe mudaxele kir da agir vemirîne, tarktora wî jî şewitî û yek jî birîndar bû. Muxtarê gund di derbarê agir de weha got:

“Temamê gundiyan bi hevre mudaxele kir da agir vemirînin lê bi sedema ku ba zêde dihat berlêgirtina agir bo me zahmet bû. Me nikaribû bi agir.”

Gundî xwestin ku dewlet alîkariya wan bike.

Parve bike: