TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê dîsa erdhej

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 05 sibat 2024 19:39

PeyamaKurd -  Li navçeya Pazarcik a Mereşê di demjimer 13.13an de bi pileya 3.6 erdhejek pêk hat.

Piştî erdhejên di 6ê Sibata sala çûyî de li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hatin xesareke mezin pêk hatibû. Di wê erdhejê li Mereş û deverên din hê jî erdhejên pile nizim pêk tên.

Li navçeya Pazarcika Mereşê di demjimêr 13.13an de, bi pileya 3.6 erdhejek din ji pêk hat. Li gorî Rîwangeya Erdhejê ya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê, kûrahiya vê erdhejê 4,5 kîlometre li jêrzemînê ye.

Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Lezgîn (AFAD) jî bi daxuyaniyekê erdhejê ragihand û da zanîn ku maka vê erdhejê devera Dulkadîroglu ya Mereşê ye.

Parve bike: