TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê dîsa erdhej: Vê carê bi lerza 4.0

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 23 tebax 2024 18:38

PeyamaKurd - Li parêzgeha Mereşê ya bakurê Kurdistanê bi lerza pile 4.0 erdhejek pêk hat. Navenda erdhejî navçeya Goksun a Mereşê bû.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Aloz û Lezgîn (AFAD) hat dayîn, li navçeya Goksun a Mereşê di demjimêr 14.59an de erdhejeke bi lerza pile 4,0 pêk hat.

Erdhej bi kûrahiya 7,05 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Erdhej, li deverê û navenda Mereşê bû sedema metirsiyê.

Parve bike: