Kurdistan
Li Misircê 2 malbat lihev hatin
PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navçeya Misircê du malbatên ku di sala 2014 an de liehv xistibûn 2 kes ji wan hatibûn kuştin, bi merasimeka lihevhatinê lihev hatin. Malbatên ku paşnavên wan Karaatya û Çelik’ in, bi tevlîbûna parêzgerê Sêrtê, parlementer Osman Ören û rîsipiyên navçeyê lihev hatin.
Her dû alî di bin Kuranê de derbas bûn sonda lihevhatinê xwarin. Di pey lihevhatinê de parêzgerê Sêrtê sipasiya her dû aliyan kir û behsa xêra lihevhatinê û sulhê kir.