TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsê Bedirhan Bingöl ê wenda bû, cesedê wî hat dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 24 îlon 2024 23:32

PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê li gundê Resûlan (Elçiler) xortê bi navê Bedirhan Bingöl 2 roj berê ji mala xwe derketibû û malbata wî jê xeberê nestandibû. Li ser gumana malbatê agahiyê dabû 112an ya Banga Lezgîn. Li ser agahdarkarina malbatê tîmên AFADê û cendirmeyan dest bi lêgerîna Bingöl kirin.

Tîmên navborî li gundê wî û der û dora gundên wî geriyan. Berê montê wî li kenarê gola ava Alpaslan-1ê dîtin û gera xwe dewam kirin.

Tîmên noqavê yên polîsan ji navça Tetwanê diçin Mûşê û piştî seetekî di avê de lê digerin û cesedê wî ji avê derxistin. Cesedê Bingöl ji bo otopsiyê birin morga nexweşxana dewletê ya Mûşê.

Hat ragihandin ku Bedirhan Bingöl xwendevanê lîsê ye û 16 saliye.

Parve bike: