Li Mûsê bo 15 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, lidarxistina her cure çalakiyên cemawerî bo 15 rojan hatin qedexekirin
Parêzgariya Muşê bi daxuyaniyekê ragihand, bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtina li zêdetir belavnebûna koronayê ji bo 15 rojan biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.
Herwiha hatiye diyarkirin ku biryara qedexekirinê çalakiyên fermî yên ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bê dayîn li xwe nagire.
Parêzgariyê daye xuyakirin ku wê qedexe ji îro pê ve dest pê bike û heta 17 Nîsanê berdewam dike.
Ev qedexe di demekê de ye ku 4 Nîsanê roja jidayîkbûna Abdulla Ocalan e û tê xwestin, rê li ber çalakiyên alîgirên Ocalan û PKKê bê girtin.