TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Akçakale di çûn û hatê de 8 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2025 03:08

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Akçakale 2 otomobîl li hev ketin û di encamê de 4 ji wan zarok 8 kes birîndar bûn. Tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navça Akçakale.

Navên birîndaran heya niha neket ser çapemeniya Kurd û Tirkiyê. Tenê navê ajovanê bi navê İsmail A. (46) û ajotvanê din yê bi navê  İsa Y. (30) birîndar bûn ku dane çapemeniyê.

Parve bike: