TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Tercanê di çûn û hatê de 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2024 02:00

PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê (Erzincan) li navça Tercanê di çûn û hata ereban de, otomobîlekî ji pare li traktorekî xist û di encamê de 3 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Tîmên pêwendîdar çûn ciyê bûyerê.

Di qezayê de kesên di otomobîlê de bûn ji heman malbatê Emin Tukek (5), Barancan Tukek (18) û Ayşe Tukek (38) li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest dan. İdris Tukek, Elanur Tukek û Arda Tukek birîndar bûn.

Ji ber qeza mezine qelek ambûlans û tîmên pêwendîdar çûn ciyê qezayê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Mengucekê ya perwerde û lêkolînê.

Parve bike: