TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Neynewayê 6 terorîstên DAISê hatin girtin

Admin L
Nivîskar
📅 21 gulan 2021 16:59

PeyamaKurd – Artêşa Iraqê li Neynewayê, 6 terorîstên DAIŞê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê girtin.

Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Iraqî diyar kir, li rojavayê parêzgeha Neynewayê, di encama kemîneke ajansa Ewlahiya Niştîmanî de, 2 terorîstên DAIŞê ku bi eslê xwe ji Sûrî ne û hewl didan ku derbasî welat bibin, hatin girtin.

Herwiha şaneyê eşkere kir, li heman parêzgehê û di pêkanîna hin operasyonan din yên ji aliyê hêzên artêşa welêt de jî, 4 DAIŞî ketine xefkê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, her du hefteyên borî de bi dehan DAIŞî, di encama operasyonên paqijkirinê yên hêzên ewlehiyê de hatine girtin.

 

Parve bike: