Kurdistan
Li nêzî Hewlêrê helîkoptera Hevpeymaniyê kete xwar
PeyamaKurd – Hate ragihandin, îro 27ê Tîrmehê danê nîvro, helîkopterek li gundê Qelasoranê yê navçeya Giwêr a Mûsilê ku nêzîkî Hewlêrê ye kete xwar.
Serpereştiyarê Eniya Mexmûr-Giwêrê yê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî derbarê ketina helîkopterê de ragihand ku ew helîkoptera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bûye û di dema perwerdeyê de ketiye.
Sîrwan Barzanî da zanîn ku piştî bûyerê wan zaniye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li cihê bûyerê hebûn û ew helîkopter jî ya wan e.
Hate diyarkirin ku helîkopter ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye û du kesên tê de bûn jî bi selamet in ûbirîndar jî nebûne.”
Li gorî zanyariyan tîmeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo lêkolînê çûye cihê helîkoptera ketî.