TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Nisêbînê 8 dever ji bo 2 hefteyan ji çûnûhatê re hatin qedexekirin

Admin M
Nivîskar
📅 01 îlon 2024 01:19

PeyamaKurd – Parêzgeha Mêrdînê 8 deverên navça Nisêbînê ji bo çûnûhatê qedexe kir. Qedexe ji 31ê Tebaxê de destpêdike û heya 14ê Êlûnê dewam dike.

Deverên ji bo 15 rojan hatin qedexekirin ku navên wan yên Kurmancî nehatin zanîn; Dağiçi, Yelekli, Dibek, Üçyol, Güzelsu, Üçköy, Düzce û Eskihisar in. Dever bi navê “Herêmên taybet yên ewlehiya demkî” hatin ragihandin.

Herkesê ku here wan deveran an ji wan deveran derê divê îzna hêzên asayîşê an rêvebiriya Nisêbînê û Mêrdînê bistîne.

Qedexeya herêman an ku deveran ji bo operasyonên ser PKKê ne.

Parve bike: