Kurdistan
Li Rihayê 10 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê 10 kes bi tometa endamtiya PKK-KCKê hatin binçavkirin.
Emniyeta Rihayê ragihand ku di çarçoveya lêkolîn û lêpirsênên li ser PKK-KCKê li nav bajêr, tîmên dijî terorê operasyonek pêk anîne û di encama wê operasyonê de 10 kes bi tohmeta endamtiya rêxistinê hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî piştî pişkinêna tenduristiyê ji bo îfadeyê şandine Dijî Terora bajarê Rihayê.