TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Rihayê pevçûna bo arazî: 1 kustî, 8 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 15 tebax 2019 02:46

PeyamaKurd- Li bajarê Rihayê li navçeya Xelfetiyê di navbera 2 malbatan de bi sedema arazî pevçûn derket û di encamê de 1  hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Li gundê Xelefetiyê yê bi navê Bozyaziyê, di nav her 2 malbatan de ewilî munaqeşe çêbû û kirin şer. Di şer de kevir, dar û kêr hatin bikaranîn.

Di bûyerê de jin a bi navê Elîf mir û 8 kesên din birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxaneyan û tedbîrên asayîşê li nexweşxaneyan û gund hatin sitendin da bûyer zêdetir nebe. Bo kesên ku tevlî şer bûne, tesbîta wan ji aliyê cendirmeyan de têkirin.

Parve bike: