TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûs-Tirk birêve çû

Admin H
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2020 23:41

PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê li rojavayê bajarê Kobanê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Dewriye ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê dest pê kir; li gundên Cibinê, Cib Ferec, Qewlê, Sosan, Sifitek, Boban, Qeran û Carqelê geriya û dîsa vegeriya gundê Aşmê.

Hat zanîn ku di dewriyê de 4 panzêrên her du aliyan hebûn û 2 helîkopterên Rûsyayê jî ji bo çavdêriyê li asman geriyan.

Parve bike: