Li Rojavayê Kurdistanê 15 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, di 24 saetên dawî de 15 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, îro Pêncşemê 3ê Îlona 2020an, amarên nû yên têkildarî Koronayê belav kir.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 saetên derbasbûyî de 15 kesên din li navçeyên wan bi Koronayê ketine.
Herwiha Ciwan Mistefa diyar kir, li Hesekê 3 kes, li Dêrikê 3 kes, li Tirbespiyê 4 kes, li Dêrezorê 2 kes û li her yek li Dirbêsiyê, Girkê Legê û Kobanî jî kesek bi vîrusa Korona ketine.
Di 24 saetên borî de, 12 kes ji nexweşên Koronayê jî li Rojavayê Kurdistanê baş bûne.
Bi amarên nû re, hejmara kesên ku ji destpêkê ve heta niha bi Koronayê ketine, gihîşt 624 kesan, ku 40 kesan ji wan can dane û 158 kes jî baş bûne.