Li Rojavayê Kurdistanê 19 kesên din tûsî vîrusa Koronayê bûn
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê, di 24 saetên dawî de 19 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin, herwiha 2 kesan jî can dan.
Li gor Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand, ji wan 19 haletên nû ku hatine tomarkirin, 6 li Hesekê, 7 li Qamişlo, 5 li Dêrikê û haletek jî li Amûdê ne.
Herwiha Ciwan Mistefa diyar kir, di 24 saetên borî de, 2 kes ji nexweşên Koronayê li navçeyên Rêveberiya Xweser can dane, ku yek ji wan zilamekî 97 salî û ya din jineke 72 salî ye û herdu kes jî ji bajarê Dêrikê ne.
Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, herî dawî 9 nexweşên Koronayê jî li navçeyê baş bûne.
Hejmara kesên ku heta niha li navçeyên Rêveberiya Xweser bi vîrusa Korona ketine, gihîşt 575 kesan û heta niha 37 kesan jî can dane.
Herwiha ji destpêkê ve heta niha 110 kes ji nexweşên Koronayê jî baş bûne.